K-086 Muş, Turkey

 1 Sala du ḥezar û dozda da, sala du ḥezar û dozda da hatme Fransê. Wextê ez hatim, li vir kesekî naz nedikirim.
I came to France in 2012. When I arrived, I didn’t know anyone here.
 2 Roja ku ez sifte hatim zef zor bû, zef zeḥmetî bû. Li vir kesekî nas nedkirim o tu tiștekî mi nas nedkir.
The first day I arrived was very difficult, very tough. I did not know anyone here and I did not recognise anything.
 3 Û ez ga hatim, roja hatime li vir, șemê bû, ḥer teref girtî bû. {Rûyekî} cîyê mi jî hê ek nebû, mi nizanibû cîyê mi li kî ye.
And when I came, the day I arrived here, it was Saturday, and everywhere was closed down. My place was also not yet my place, that is, I didn’t know it yet.
 4 Mi ḥeta gera ʕerebe mi dî, bi ʕerebê heta çûme li jor, serê çîyê bû jixwe, dibistana me li serê çîyê bû.
I looked around till I found the car and I went up by car, it was on the mountain-top, our school was on the top of the mountain.
 5 Ḥeta çûme liwê, seʕet bû pêncê êvarê. Mi li wir kesî nedî. Kesekî, kesekî tinebû, ji bo wî, gotin îro ḥer taraf qey kiriye.
When I arrived there, it was five in the evening. I did not see anyone there. There was no-one, that’s why they said everywhere is closed down today.
 6 Mi go ez çi dikarim bikim, go wala tu îro nikarî tiștekî bikî, gele tu, tu wergerî nav șehrê. Îca ez hatim li vir, hatim nav șehrê, li otel digeram, ḥeta ez otel {bivînim}.
I said “what can I do”; they said, “You can’t do anything today, you should go back to the city centre.” So I came back here, I came to the city centre, I was looking for a hotel, to find a hotel.
 7 Îca çenta mi jî bi mi ra ye. Usa giran e, kundê wî jî șikestîye, ser pișta min e. E digeram ḥeta seʕetekî, ḥeta mi otêlekî erzan mi dît. Wila mi çawan xwe avête otêlê, ketme/ serê xwe șûștim ketme xew.
But I had my suitcase with me. It was so heavy, its {handle} was also broken, it was on my back. I was walking around for one hour until I found a cheap hotel. As soon as I stepped into the hotel, I took a shower, I slept.
 8 Wextê ku ez șiyar bûm seḥet yek û nîv bû, didu bû nizam, nayê bîra mi tam.
When I woke up it was half past one, two, I do not know, I don’t remember it exactly.
 9 Nebê usa birçî bûme, usa birçî bûme. Mi der/ peya bûm li jêr, mi ji ewkê mêrikê, mêrikek li wê bû, pirsî mi go, “e-li kî dikanim nan bixwim?” Go, “wila parîkî zor e ti vî seʕeta da, ku tu bibînî, şansê te heye.” Go, “derkeve bigere a {li vir ser …} restorantê Hîndûyena heye, Hîndû.” Wila ez derketim, ew bû seʕetek jî cî geram.
Apparently I had become so hungry, so hungry. I went down, I asked the man, there was a man there, I asked: “Where can I eat?” He said, “Well it is a bit difficult at this time, if you can find it, you are lucky.” He said, “Go out and walk around {…} there is an Indian restaurant, Indian.” Well I went out, for an hour I looked for a place.
 10 Paşê şansê mi hebû, wila mi kebabevi, kebabekî mi dî, liwê mêrikekî tirk laqî min hat. Go, “tu kî yî?” Mi go, “wila e taze hatime.”
Then I was lucky, I found a kebab house, and I came across a Turkish man there. He said, “Who are you?” I said, “by God I have just arrived.”
 11 Xwedê jê razî bî, kebabekî da mi wila mi nan xwar. Xwedê e çûme malê, razam, serê sibê rabûm dîsa çûme dibistanê. Bes e?  
May God be pleased with him, he gave me a kebab, I had food. Then I went home, I slept, in the morning I woke up, and went back to school. Is that enough?
HTML Snippets Powered By : XYZScripts.com