K-030 Nusaybin, Turkey

 1 Ez ********, li Nisêbînê li gundê Qutbê ç’êbûm. Ẓarroktîya
 mi jî li wê derê derbas bû.
I am ********, I was born in Nusaybin, in the village of Qutb. My childhood was also spent there.
 2 Ḥeṭa duwazde sałîya xwe em li gundekî çîyê/ li gundekî çîyê bûn.
Until I was twelve we were in a mountain village.
 3 P’işt rre em hatin, gundê me, dewletê gundê me vala kir, em hatne gundekî ç’olê.
Then we came, the state evacuated our village, we came to a village in the plain.
 4 Em li wê dê bi cih bûn.
We settled there.
 5 arroktîya min arroktîke xweş bû bi rrastî, di nav dara de di nav çîyê de em/ em mazin bûn.
My childhood was an enjoyable childhood, really; we grew up among the trees on the mountains.
 6 Ez ç’ûme ber berxa ez/ carina bi şivana rre mi şivantî dikir.
I went to take care of the lambs, sometimes I was a shepherd, I was with the shepherds.
 7 P’işt re go em hatne gundê ç’olê, rrewşa me nexweş bû.
Then when we came to the village in the plain, our situation became bad.
 8 Yanê em berê gelekî zengîn bûn, em feqîr bûn.
That is, we were previously very rich, we became poor.
 9 Rrezê me hebûn, tirîyê me hebû, fêkîyê me hebû, me ji ber fêkî baz dida, p’iştî gundê ç’olê êdî em fêkî digerrîyan.
We had gardens, we had grapes, we had fruit, we were overwhelmed with fruit, when we went to the village in the plain, we gathered fruit.
 10 Tiştekî wusa, yanî ew rrewşeke gelekî nexweş bû ji bo me.
Something like that, that is, it was a very unpleasant situation for us.
 11 Em bi wêna gelekî êşîyan, yanî ḥemik, weke ḥemi mala me, ḥemi k’esê mala me em bi wê/ bi wê rrewşê gelek êşîyan ya rrastî.
We were hurt very much by this, that is, all of us, the whole family, everybody in our family, we were hurt very much by this, really.
 12 P’işt re min li wê dê jî mi mekt’eb/ mi mekt’eba xwe dewam kir.
Then I continued my school there too.
 13 Ez, heşt sała mi li mekt’eba yatlî xwend.
I studied at the boarding school for eight years.
 14 Mekt’eba yatlî p’iştî go mi xilas kir, mi fen lîsesî qezenc kir.
When I finished boarding school I had the opportunity to study at a Fen high school.
 15 Fen lîsesî jî bavê mi ez neşyandim, ez mecbûr mam ez li Nisêbînê bixwênim carkê dî.
The Fen high school, my father did not enroll me, I had to study in Nusaybin again.
 16 Mi Nisêbînê sê sała xwend.
I studied in Nusaybin for three years.
 17 Sała p’êşî jî mi ünîverste qezenc dikir, lê bes ji bo go hin meseleyê me di nav malê de hebûn, bavê mi nehişt ez biç’ime sinavê û nehişt, dersê mi mabûn, ez sorimlî derbas bûm, wulo dibêjin.
In the first year I would have been able to enter university, but because there were some issues in the family, my father did not let me go to the exam and did not allow/ I had lessons left to take, I past with satisfactory, as they call it.
 18 Nehişt ez herrime wa sinava û ji ber wêna jî mi nikaribû t’ercîha bikim.
He did not let me go to those exams and because of this I could not apply.
 19 Ez wê sałê neç’ûme ünîverstê. Ez sała dî ez ç’ûme dersxanê sałekê.
That year I did not go to the university. The following year I went to the preparatory course for one year.
 20 Zêde ez neç’ûme dersxanê jî yanî ya rrastî, ez ji xwe re ez diç’ûm k’ît’abxaneyeke hevalê mi wa hebû, ez wê drê dirûniştim mi ji xwe re k’ît’ab dixwendin.
To be honest, I did not go very often to the preparatory course either, I would go to/ some friends of mine had a bookstore, I would sit there and read books.
 21 Ez wulo k’etme sinavê dîsa mi qezenc kir.
I entered the exam in that way and I still passed.
 22 Jixwe mi zanîbû yanî ji-xwe ewle bûm go ez-ê ünîverstê qezenc kim.
Of course I knew, that is, I was confident in myself, that I would gain a place at university.
 23 Ez ç’ûme Edîrnê.
I went to Edirne.
 24 Li Edîrne mi xwand, sała p’êşî ez k’etme nav sîyaseta k’urdî de bi hevalê me-yê yê PKKyî yê Ap’ocî, em jî wusa.
In Edirne I studied, the first year I fell into Kurdish politics together with our friends from the PKK, Apocis, us too.
 25 Mi sałekê ez nav wa de mam, dûv rre mi dev jê berda.
I stayed among them for one year, then I gave it up.
 26 Nisêbîn bajarekî qedîm e, gelekî kevn e yanî bajarekî gelekî gelekî kevn e.
Nusaybin is an ancient city, that is, it is a very, very old city.
 27 Lê gelek miłatê dî mane, yanî weke fiłeha, yanî em ji suryanîya rra dibêjin fiłeh.
Many other people have lived there, that is, such as the Filehs, we call the Syriacs ‘Fileh’.
 28 Êzîdî hene, gundê êzîdîya hene, gundê fiłeha gelek in.
There are Yezidis, there are Yezidi villages, there are many Christian villages.
 29 Miḥelmî lê hene.
There are Muhalmis.
 30 Ji miḥelmîya rre bêtir bajarî tê gotin.
The Muhalmis are more often called ‘bajarî’ (i.e. city-dwellers).
 31 Yanî bajarî berê k’esê go li bajêr bûn ê di nav bajêr bi xwe de, nava Nisêbînê de, bajarî bûn.
That is, formerly those who were in the city, inside the city itself, inside Nusaybin, they were city-dwellers.
 32 Û Nisêbîn bajarekî gelekî bi çûçik bû, li gor ko ewqasî kevn bû jî dîsa jî bajarekî piçûçik bû.
And Nusaybin was a very small city, although it was so old it was still a tiny, small city.
 33 Vê talîyê, p’iştî sałê hezar û nehsed û not û sîya wana, wextê go dewletê gund vala kirin, Nisêbîn bi carekê rre gelekî gelekî mezin bû.
Recently, after around 1993, when the state evacuated the villages, Nusaybin all of a sudden became very, very big.
 34 Berîya wêna, yê me, em, ç’awa bêjim, mesela, em nav miłat û dînê ferqlî de em/ em diman.
Before that, about us, we, how shall I say, for instance, we were living among different people and religions.
 35 Mesela, cîranê me fiłeh bûn, süryanî bûn, şivanê me êzidî bûn.
For instance, our neighbors were Christians and were Syriacs, our shepherds were Yezidi.
 36 Hevalê bavê mi hebûn, dihatne cem me diç’ûn ji Midyadê, ewna miḥelmî bûn.
There were my father’s friends, they would frequent our house from Midyat, they were Muhalmis.
 37 Ya ʕerebî, dengê ʕerebî dik’etne guhê me de, dengê süryanî.
Or Arabic, we would hear Arabic sounds, Syriac sounds.
 38 Û kurmancîyê êzidî, mesela, axaftina wana jî, em jî ṭorrî ne ew jî ṭorrîne bes axaftina wana hinekî ji ya me qalindtir e.
And the Kurmanci of the Yezidi, for instance, their speech too, we are Tori, they are also Tori, but their speech is a bit thicker than ours.
 39 Dengê wana hinekî ji yê me qalindtir, stûrtir em dibêjin, stûrtir derdik’et.
Their sounds are a bit thicker than ours, thicker we say, comes out a bit thicker.
 40 Tê bîra min me gelekî ḥenekê xwe bi wana dikir.
I remember, we would make fun of them a lot.
 41 K’oçer dihatin dîsa ji alîyê Wanê, ji alîyê Bitlîsê.
The Nomads would also come from the direction of Van, from the direction of Bitlis.
 42 Wextê k’oçer dihatin ji me rre şitealîya wana gelekî gelekî ʕecêb dihat, em gelekî bi wana dik’enîyan.
When the Nomads came, their speech would sound very, very strange to us, we would laugh at them very often.
 43 Me digo “evna ç’ilo diştelin, nizanin bi kurmancî,” di çav xwe de.
We would say “how do they speak, they do not know Kurmanci”, pretentiously.
 44 Em, wusa, me ḥenekê xwe bi wa dikir.
In that way, we were making fun of them.
 45 Ji bo fiłeha jî mesela gelek tiştê ḥenek-pê-kirinê hebûn.
There was a lot to make fun of about the Christians too.
 46 Niha go ez difikirim ji mi rre hinekî ʕecêb tê bi rrastî yanî.
Now when I think of it, I find it really strange.
 47 Mesela serê çîrokê me de, ç’îk hebûn, ez ç’awa bêjim, me digo “hebû nebû mainê fiłeha se bû, serê bana digerrî, gulokê goşt ji qûnê diweşî.”
For instance, at the beginning of our stories there was something, how shall I say, we would say “once upon a time, the head of the Christians was a dog, it would stroll on the roofs, with a piece of meat swinging from its backside.”
 48 Ḥalbûkî yanî li alîyê dî jî ʕeynî êvarê, rroja go me evna digot ʕeynî êvarê mêvanê me-yî fiłeh dihatin mala me, êzidî dihatin.
Nevertheless, that is, on the other hand, the same evening, the day we were saying this, our Christian guests would come to our house, the Yezidis would come.
HTML Snippets Powered By : XYZScripts.com