K-062 Kurtalan, Turkey

 1 ******* bira niha jî em ji xwe re piçekî soḥbetekê bikin.
Brother ******* and now we can have a little chat.
 2 Belê Bapîr.
Yes Si.          
 3 Piçek beḥsa xwe bikey, serûvena xwe, serpêhatiya xwe yan jî, heger hebî kurt an jî jiyan, zarokatî dibe, wekî di çi ji dilê te bête em piçek ji xwe re soḥbetekê bikin?
Talk a little about yourself, your experiences, events or it can be about your childhood, anything that you like, we can chat a little.
 4 Dibe zarokatiyê em dest pê bikin?
Can we start with childhood?
 5 Belê.         
Yes.          
 6 Ez ji Qurtalan im, Qurtalan jî îlçeyekî Sêrtê ye.
I am from Qurtalan, Qurtalan is a district of Siirt.
 7 Erê.
Yes.
 8 Îlçeya wî ya herî mezin ewkê ye, Qurtalan e. Fabrîqeyek heye li Qurtalan, çîmento fabrîqasi. Ji ber wî li Qurtalan, ji wan îlçeyê wî yê dî mizintir e, ew îlçeyê wî yê dî biçûk in.
The largest district is Qurtalan. There is a factory in Qurtalan, it’s a cement factory. That’s why Qurtalan is the largest district, it’s larger than the other districts, the other districts are small.
 9 Qurtalan cîyekî xweş e, ji Sêrtê zaḥftir kêfa mi ji Qurtalan re tê. Hemû hevalê mi li wirê ne, dostê mi li wirê ne. Ez vêga li wir najîm ji ber mektebê. Yanî piştî ortaoqilê e-ş Qurtalan derketim.
Qurtalan is a nice place, I like Qurtalan more than Siirt. All my friends are there, my colleagues are there. But I don’t live there any more because of school. That is, after middle school I left Qurtalan.  
 10 Bo xwendinê tu derketî?
Did you leave to study?
 11 Bo xwandinê derketim, ez çûme Sêrtê, eft salan mi li Sêrtê mekteb xwand. Ortaoqil û lîseyê mi-l Sêrtê xwend. E-l yûrdê mam. E, yanî, hem ortaoqulê de, hem lîseyê de e-l yûrdê mam.
I left to study, I went to Siirt, I studied at school for 7 years in Siirt. I studied at middle school and college in Siirt. I stayed in student accommodation. That is, for middle school and for college I stayed in student accommodation.
 12 Ortaoqul, yanî serê ortaoqulê de, qet kêfa mi jê re nedihat ku ez li yûrdê dimam, ez ji dîya xwe dûr bûbûm, ji hevalê xwe dûr bûbûm falan. Heta-z gelek cara jî giriya me li yûrdê. Zêde, zêde ez giriyame falan, min bêriya dîya xwe kiriye.    
In middle school, at the beginning of middle school, I didn’t like staying in the accommodation at all, I was away from my mother, I was away from my friends and so on. I even cried many times there. I cried a lot, a lot, I missed my mom.
 13 Hîç bîra mi naçe, şeva sisîya bû ku ez çûbûme yûrdê, şeva sisîya bû, me xwarin xwar, em derketin derve, em ber yûrdê ne, mi dî hevalekî mi ji mi re go, go “îro kîjan roj e?” Mi go “wala e nizanim, heralde Çarşamba ye.” Çawa mi go “Çarşamba ye”, peh, ez zanibûm ez-ê înê herme malê, zanî?
I can still remember, it was the third night I’d been in the accomodation, it was the third night, we had food, and we went outside, we were in front of the accomodation, a friend of mine said to me “What day is it today?” I said I don’t know, I swear, anyway it was Wednesday, like, I said, “it’s Wednesday”, I knew that I was going home on Friday, you know?
 14 Go mi go hêja du roj heye ez-ê dîya xwe bibînim. Girînekî min girt! Ez belkî çar seʕeta giriyame li wir. Yaw ez giriyam wusa, yanî tiştekî wusa tinebû Bapîr, min dikir nedikir ku ez bisekinim, ez nikaribûm bisekinim.
I said there are still two days until I see my mother. I started to cry! I cried for 4 hours. Man, I cried so much, you can’t imagine such a thing, no matter how hard I tried I couldn’t stop it.
 15 Paşî mutala digotana wê çaxê, vêga dibêjin etüt, mutala saʕetî hebû, îşte mutala saʕetî dest pê kir, me rahişte kîtêbê xwe falan, em tev çûn mutalê.
So after that there was a study hour, they called it “mutala” at that time, they called it “etüt”, there was “mutala” for one hour, when the hour started, we picked up our books and things, we went together to the mutala.
 16 Ez dîsa digrîm, herkes tê ba min dibên, “yaw çi bûye, çima tu digrî?“ falan.
I was crying again, everyone was coming up to me and saying, “man what happened, why are you crying?”
 17 Înca li yûrdê jî, Bapîr, hem yê ortaoqulê hebûn hem yê lîseyê hebûn. Vaqiflar yûrdî bû.
And in the accommodation, there were the middle school students and there were the college ones. This was the public student accommodation.
 18 Yanî em tev bi hev re bûn, ew ewê mezin dihatine ba min digotin “yaw kes/ tu biçûk î, yekî li te daye, kesekî li te daye falan, bela xwe dane te, çima wusa digrî?“ falan.
That is, we were all together, the older ones used to come to me and say “man you are young, has someone hit you, has anybody hit you, etc, is somebody bullying you, why are you crying like this?”
 19 Mi kesî re tiştek jî nedigo, ez nikaribûm xeber jî bidim, waqa girîna mi dihat.
I didn’t say anything to anyone, I couldn’t even talk, that’s how much I was crying.
 20 Wila wisa-wisa, paşê ez hîn bûm, wê gavê ez hatime lîseyê, Bapîr, yanî mi go qenc ku mi li yûrdê xwendiye.
So that’s how it was, then I got used to it, but when I came to college, I said to myself it was good that I stayed in the accomodation while studying.
 21 Kêfa mi pir ji yûrdê re dihat wê çaẋê, ji ber wê, ew jî ji ber ewka wî, çawa bêjim ji te re, ji ber dostaniya wirê.
I liked the accomodation a lot, at that time, because of, that’s because of, how can I say it to you, because of the friendships there.
 22 Mesela hê jî hevalê mi gelek ji yûrdê mane. Gelek ji yûrdê hevalê mi hene.  
For instance I still have many friends from the accommodation days. I have many friends from the accommodation.
 24 Yanî hevaltî falan pir xweş bû, li yûrdê. Û li yûrdê dîsa tiştek hat bîra mi, mi go yûrd. Tabî dayîm taştê yûrdê datanîn. (…)
So friendships and so on were very nice, in the accommodation. And in the accommodation, I remember another thing, they would always give us in the accommodation.
 25 Bapîr rojek, taştê pir kêm didan me lo, yanî perçeyek penîr didane me di tebaẋekî de, çar kes bûn, zanî? Çar, ji boy çar kesa tebaẋek didane me, digotana bi hev re bixwin. Her kesî nîv nan, nîv nan jî didane me.
One day, they gave us a very small breakfast, one day they gave us a piece of cheese, on a plate, there were four people you know? Four, for four people they gave us one plate, they said, “Eat together”. They gave us half a piece of bread for all of us.
 26 Sababa nedigo kî yê bixwe, kî yê lê binêrre?!
Sons of dogs, didn’t they think that it would not be enough for all?!
 27 Erê yaw, inca Bapîr, rojek em çûne taştê, zeytûn, tenê zeytûn dane me, zanî? Yaw, mi-l zeytûna rênt wisa, zeytûn jî çend ḥeb, bisekine, çend zeytûn tê de hebûn, sî-w sê ḥeb zeytûn bûn bawer ke.
Yes man, one day we went to breakfast, olives, they gave us only olives, you know? Man, I stared at the olives, how many olives, wait, how many olives were there, believe me there were thirty three olives.
 28 Mi jî ew kir, ḥesab kir, {em ketine çî} ḥesaba, mi-j hevala re go, wila wisa çênabe, hinek zû dixwin, hinek ewk dixwin hêdî dixwin. Mi go em-ê par-ve bikin. Mi go ez-ê bidime we, parve-kirinê ez-ê bikim.
Then I started calculating, I sunk in calculations, I said to my friends, “it won’t work this way, some of you eat fast, some eat very slow.” I said “lets split them”. I said “I will split them, I will split them.”
 29 Mi go ev para te, ev para te, ev para te, ḥeşt ji boy herkesî ketin yek ma zêde, mi go wila ew jî ji ber ku mi par kiriye ew yekê zêde jî para min e.
I said this is your share, this is your share, this is your share, each received eight, there was one extra, I said “I swear this spare one is mine because I split them”.
 30 Yanî wisa bû ha yanî pirr rezîlî jî li yûrdê dît, lê wan salên dawî baştir bû.
So that’s how it was, there was a lot of misery in the accommodation, but in the final years it was better.
 31 Pêşî destê Waqiflarê de bû, Vakiflar Genel Müdürlüü hebû, yûrt destê wan de bû, paşê bû ê ewkê, bû pansiyona lîsê. Piştî bû pansiyon piçekî dî baş bû êdî xwarin. Herhalde pere mere zêdetir dihat (…).      
First it was run by the Endowments, there was the general directorate of Endowments, the accommodation was in their hands, then it became the thing, it became the high school dormitory. When it became the dormitory the food got a little better. There was apparently more money coming in.
 32 Êdî mirîşk didane we?
So they started giving you chicken?
 33 Ee êdî mirîșk, mirîșk, na mirîşk, nebêjin mirîşk, vêga jî mesela te dî carna, ava mirîşka dêxinê çorbê ya, çêdikin xweş çêdibe, wisa dibêjin.
Yes chicken, but not really chicken, I wouldn’t say chicken, sometimes they put chicken gravy, they put chicken juices in the soup, they made it like that and it was nicer, that’s what they said.
 34 Ez nikarim, ji ber ku gavê nîvro mirîşk derdiket, Bapîr, bi ava wî êvarî jî çorbe didane me. Inca bênekî nexweş, nexweş dihat, nexweş bû yanî ew xwarin nexweş bû.
I can’t say that, because when they would give us chicken for lunch, Man, they would give us soup in the evening from its juice. The smell wasn’t good, a bad smell would come off it, it was bad, the food was bad.
 35 Yanî şeva, êvara ji-xwo xwarin nexweş derdiketa. Inca yê me kêf kêfa me bû, ku me ewkê, me aşçî eyar bikira, ku jê pîvaza bistanda. Law me jê pîvazek bistanda û me bixista nav nan bixwara êvara heye ya, malneketî roja ʕîda me bû ew şev.    
So in the nights, in the evenings, the food wasn’t nice. So for us the best times were when we would make friends with the cook, and take onions from him, we would take an onion from him and would put it in the bread and eat it in the evening, that night would be our feasting night.
 36 Nebêje, zewqa te ya pîvazê ji wir tê.
Say, your appetite for onions comes from there.
 37 Ee, zewqa min a pîvazê pîvazê ji wir tê. Wekî Zazaya, e-jî pîvaza ḥez dikim.
Yeah, I swear it comes from when I ate onions then. Like Zazas, I love onions.
 38 Meyteb wisa bû he?
So that’s how school was, huh?
 39 Ee, wila wusa bû, paşî ez/ piştî mi lîseyê xilas kir, sala pêşî em ketin sinavê unîversîtê, min ewkê kar kir, türkçe öretmenlîyî, li/ li Bolû. Mi çar sala jî li Bolû xwand, nava wa faşîsta da.
Yes, that’s how it was, then after I finished high school, the first year I took the university entrance exam, and I entered the Turkish language teaching department, in Bolu. I studied for four years in Bolu, among those fascists.
 40 Nava faşîsta da. Ew ew hebû yanî, ew basqi filan, li Boluyê?
Among the fascists, was there the thing, was there oppression and stuff, in Bolu?
 41 Yaw, wusa em bêjin zêde zêde tinebû, lê hebû dîsa. Çen cara mesela ti tirsiyayî bi kurdî xeber bidî, mesela nav çarşiyê de falan. Wan çaẋa jî ewk hebû; ew şehîd haberî dihatana, çiqa şehîdek dihata Bolûyê sê ḥeftiya em ji xwe re di mala xwe de bûn.
Well, there wasn’t much, but there was still some. In many places, for example, you would be afraid to speak in Kurdish, for example downtown, etc. In those times there was also the news of martyrs coming in; every time a martyr would come back to Bolu, for three weeks we wouldn’t leave our house.
 42 Erê herê. Ew meselen, derbarê tabî em ʕedetêd we-yî wî rexî nizanin zêde, derbarê em bêjin Qurtalan û Sêrtê û filan, xwarin, dawet an zarokatî yan em bêjin çîrokek tiştek wusa bête bîra te?!
Yes, yes for example, we don’t know much in regards to your traditions in that region, in regards to Qurtalan and Siirt and so on, food, weddings, or childhood or should we say a story or something that comes to mind?
 43 Yaw, çawa bêjim şi te re, çîrok meseleyek heye, piçekî mustehcen be tiştek dibe?
Well, how can I say it to you, there is a story, an incident, is it ok if it is a bit obscene?
 44 Baştir dibe!
That would be better!
 45 Wa!
Really?!
 46 Walla ***** gelek jê hez dike.
I swear ***** loves it.
 47 – Willa? Ê baş e nexwe, ev berberekî Qurtalanê ji mi re gotibû, wela hê rastir ji hevalekî mi re gotibû, heval jî ji mi re got. Navê wê Buzdolabî ye.  
Really, that’s alright then, so there was this barber from Qurtalan, who had said to me, or to be more correct he had said to my friend, and my friend told me. It’s called “The fridge”.
 48 Bapîr, rojek mêrikek ji gund tê Qurtalan, tê zad-madê xwe bistîne, bikire, here malê, here gund.
One day a man comes from the village to Qurtalan, he comes to take his harvest, to buy things and go home, to the village.
 49 Li wirê hevalekî xwe yê ʕeskeriyê dibîne, ew hevalê wî yê ʕeskeriyê jî li Qurtalan rûdinê, mêrik jê re, wî dibîne, dibê wila ti yê îşev bibî mêvanê min.
There he meets one of his friends from military service and that friend of his was living in Qurtalan, the man says to him, tonight you will be my guest.
 50 Mêrik çiqa jê re dibê, “yaw ḥeyra, va ez gerek zad bistînim, tişta bistînim herim gundê xwe.” Dibê, “yaw law ev çend sal e, mi te nedîtiye, ti hevalê min î ʕeskeriyê yî, pir kêfa mi-ş te re tê, divê ti îsal/ îşev bivî mêvanê min.”
However many times the man says to him, “my dear please I have to go and get my harvest, I have to take the things and go to my village”, he says “it has been so many years, I haven’t seen you, you are my friend from the army and I love you a lot”, he says, “tonight you have to be my guest.”
 51 Mêrik jî bêçare dimîne dibe mêvanê wî, lo. Inca, ew mêrik jî zêde ne dewlemend e, lo.
So the man is forced to become his guest, you know. So that man is not even very rich, you see.
 52 Xanîyekî wî yê piçûk heye, odeyekî wî heye, nav odê de jî, piştê, mitfaẋekî wî heye. Neyse, êvarî şevbihêrka xwo dikin, xwarina xwo dixwin, çaxê razanê tê, tê razên.
He has a small house, he has a room, and in the room he has kitchen stuff. Anyway, in the evening they spent the night together, they eat their food, the time to sleep comes, they go to sleep.
 53 Îca nabêjî du ḥeb jinê mêrik hene, du jinê-wî hene Bapîr, nikarin cîya çêkin, çawa çêkin falan, mecbûr mêrik li mutfaẋê radizînin, zanî? Mêrik mutfaẋê radizînin, mêrik jî te dî cîyê wî gorî ne zêde zû nikare razê.      
The man happens to have two wives, he has two wives, they can’t make room for him to sleep, so they are forced to make the man sleep in the kitchen, you know? The man is crammed in the kitchen, the man can’t sleep.
 54 Li wirê ye, îca nabêjî jinekî wî heye nû ye, hê mehek, du meh e falan zewicî ne. Inca dixwaze ewk bike lo. Diçe ba mêrê xwe dibê, “wila em-ê îşev çêkin.” Mêrik dibê, “yaw ʕeyb e, mêvanê me heye, em-ê çawa çêkin?! Tê dengê me (…), ʕeyb e, şerm e.” Jinik dibê, “wila, Xwedê em ê îşev çêkin. Çare tine ye em-ê çêkin.”
One of his wives, who is new, they have been married for a month or two. She wants to do the thing. She goes to her husband and says, “I swear we should do it tonight.” The man says “woman, it’s rude, we have a guest, how will we do it? He will hear our voice, it’s rude, it’s shameful”, the woman says “I swear to God we will do it. There is no way, we will do it.”
 55 Mêrik jî bêçare dimîne, dibê, “temam ḥeyran. Ka em pê bawer bin ku mêrik razaye, an ranezaye. Ku ranezabe em çênakin.” Jinik dibê, “em-ê çawa pê bawer bin?”  
The man has no way out, he says “Ok dear.   Let’s make sure if the man is asleep or not, if he’s not asleep we won’t do it”, the woman says “How can we be sure?”
 56 Dibê, “ka here bûzdolabî veke, ji xwe gavê te bûzdolabî vekir, işiẋa wî tê derê, ku ew işiẋ jî çêbû, çavê mêrik binêre, ku mêrik şiyar be, ji xwe tê çavê xwe veke gavê te bûzdolabî vekir, ku ji xwe razayî be jî çavê xwe venake tê fêm bikî razaye, ranezaye.” Jinik dibê, “temam.”
He says “You will go and open the fridge, and when you open the fridge, the light will come on, when that happens, look at the man’s eyes. If he’s awake, he will open his eye when you open the fridge, and if he’s asleep he won’t open his eyes so you’ll find out if he’s asleep or not.” The woman says “ok.”
 57 Wila diçe mêrik jî pê diḥese ku yek tê, te dî mêvan e, dibê wila ez-ê ewk, xwe, çawa ku ez razêm ez-ê wisa bim. Mêrik çavê xwe dadide.
So she goes and the man realises that somebody is coming, but because he’s a guest, he thinks “I will pretend I am asleep.” So the man closes his eyes.
 58 Jinik tê dolabê vedike, berdaẋê tijî dike avekî dixwe ji xwe re berdaẋek av dixwe û lê dirêne, mêrik razaye, diçe ba mêrê xwe dibê, “wila mêvanê me razaye, hadê em çêkin.” Neyse, ew çêdikin, Bapîr, îşê xwe xilas dikin.    
The woman comes and opens the fridge, she fills up a glass of water and she drinks it while looking at the man, he’s asleep, she goes to her husband and she says “our guest is asleep, let’s do it”. Anyway, they do it, they finish their job.
 59 Riḥet dibin yanî?
So they are relieved now?
 60 Ee, riḥet dibin, xwe riḥet dikin, îşê xwe xilas dikin, îca jina kevin tê. Dibê, “wile te pê re çêkiriye, tê bi mi re jî çêkî, nabe, bê, neheqî neke.” Mêrik dibê, “yaw mêvanê me heye, hûn çima fêm nakin, temam hadê ew nû bû, tu kevn î falan.”  
Yes, they are relieved, they relieved themselves, they finished their job, and then the old wife comes in. She says “I swear you have done it with her, you have to do it with me, it can’t be, don’t be unfair. The man says, “woman, we have a guest, why don’t you two understand, come on go away, she is new, you are old,” etc.
 61 Mêrik dibê/ jinik dibê, “wila na neḥeqî ye tu pê re çêkî bi mi re çênekî.” Dibê, “temam ḥeyra ka here bûzdolabî veke lê binêre, mêrik radizê an ranazê. Bardaẋek jî av bixwe, ji xwe tê fêm bikî ka mêrik radizê an ranazê.”
The woman says “no you can’t be unfair, you did it with her, you must do it with me”. He says “ok dear, now you go and open the fridge and see whether the man is sleeping or not. Have a glass of water, you will surely know if the man is asleep or not.”
 62 Wila jina kevin jî diçe, Bapîr, buzdolabîyê vedike, bardaẋek av ji xwe re tijî dike dixwe, mêrik dîsa xwe li {xewbûnê} tîne. Ew jî, jinik tê dibê, “wila raza ye.” Wila ew jî îşê xwe çêdikin, xilas dikin, temam.
So the old woman also goes, oh man, she opens the fridge, she fills up a glass of water and drinks it, and again the man pretends to be asleep. The woman comes and says “he’s asleep”. So they do their job as well, they finish, it’s all done.
 63 Neyse dibe şeveq, taştê ji wan re hazir dikin. Mêrik ji mêvanê xwe pirs dike, dibêje, “çawa bû dosto, tu do êvarî riḥet razayî?” Mêrik dibê, “wila qet pirs neke!” Dibê, “çima tu ne riḥet bûyî, qey cîyê te nereḥet bû, falan.”    
Anyway it’s morning, and they prepare breakfast. The man asks his guest, he says “my friend, was your sleep comfortable last night?” The man says “don’t ask!” He says “Why — were you not comfortable? Was your mattress not comfy or something?”
 64 Dibê, “bi Xwedê ḥeta şeveqê e-ş têna mirim, e nikaribûm bardaẋek av bixwim.” Mêrik dibê, “çima? Bûzdolabî ber serê te bû, hema te vekira ji xwe re bardaẋek av bixwara!” Mêrik dibê, “mêro na kî hat bardaẋek av xwar, e zanim çi hatiye serê wî (…).
He says “I swear until the morning I was dying of thirst, I couldn’t drink a glass of water.” The man says “Why? The fridge was just by your head. You should’ve just opened it and drank a glass of water.” The man says, “Little man, I know what happened to anyone who came to drink a glass of water.”
HTML Snippets Powered By : XYZScripts.com