K-043 Basselhâya, Syria

 1 Digo ro/ rojekê di gundekê da melleyek hebû, keçeke wî bi tenê, yek keça xwe hebû.
It’s been said that one day in a village, there was a mele [an usher in the mosque] and he had only one daughter.
 2 Keça xwe ra digo, “Heger yekî fuqare werê cem te malê, tu/ tu cilê xwa tișekî pê di kî, kerase xwe pê de kî, Xwedê rojê qeyametê wê deh kerasa te dê.”
He used to say to his daughter: “if a poor man came to you at home and you put your clothes or something on him, put your dress on him, God, on judgment day, will give you ten dresses.
 3 Keça melle jî ew kir/ ew kir serê xwa da.
The usher’s daughter put the idea into her head.
 4 Go rojekê mele ne li malê bû, yekî feqîr hat, li deriyê mal xist, keça wî vekir.  
One day, when the usher was not at home, a poor person came and knocked on the door of the house. His daughter opened it.
 5 Go wele xêra xwe belkî tiștekî min din.
He said it would be good of you to give me something.    
 6 Keçkê der dor xwa mal va nêrî, dî ewê cilî bavê xwa, mal ra daliqtî ye rakir û daye eyî fuqare. Eyî fuqare çû, wela mele hat.
The girl looked around the house, she saw her father’s clothes hanging; she took them and gave them to the poor man. The poor man went away, the usher came back.
 7 Wê çaẋê Remezan bû, cejnê Remezanê hat, mele ji keça xwe ra go: “Ka ew cilî min-î nû, mi kiriye ji bo cejnê ez xwa/ li xwa kim wana.”
It was Ramadan, the feast of Ramadan had arrived, and the usher asked his daughter: “where are my new clothes that I bought to wear for the feast.”  
 8 Go, “wele bavo ne te ji mi ra go, gerek tu cilekî tiștekî bidî yekî fuqare, Xwedê ro/ Xwedê ro/ Xwedê rojê qiyametê wê deh qata wê te dî.”
She said: “didn’t you tell me that you should give a garment or something to a poor man so that God will give you back tenfold on judgment day.”
 9 Go erê, go welayî mi-jî ew cilê te mi da eyê fuqare.”
He said: “yes”, she said: “So I gave your clothes to a poor man.”
 10 Go, hașa: “Ey keça kûçika, ewa mi go ji bo xelkê, ne ji bo mela!”
He said: “Oh, you bitch of a daughter, I said that for other people not for ushers!”
 11 Navê mi **** **** e. Ez li bajarê ḥe/ Ḥelebê dayik bûme. Malîdê min ḥezar û/ ḥezar û nehsid û ḥeștê û ḥeft e.  
My name is……. e. I was born in Aleppo in 1987.
 16 Ez ji malbatekê, em neh kes in. Em ji malbatekê neh kes in. Wedʕê me-y madî, yanî weset e.
I am from a family of nine. We are a family of nine. Our financial position is moderate.
 17 ʕerdê me hene, du xaniyê me hene. Ez çûme mektebê, zarok bûm ez çûme mektebê.
We have a piece of land, we have two houses. I went to school, when I was a boy, I went to school.    
 18 Piștî mektebê, ez/ em dihatin malê me tiștêt xwe-y mektebê, wacibatê xwe-yê mektebê me dibir me malê çedikir. Pașê me diçû me xwa ra dilîst.  
After school, we used to come home, we used to do our school stuff, our homework at home. Afterwards, we used to go out to play.  
 19 Roj bi roja em mezin bûn, me xandinê xwa-y îʕdadî temam kir. Mi șade, ê șadê îʕdadî jî stand. Ez/ erê mi șadiya xwa-y îʕdadîyê stand. Pașê me xandinê xwa jî temam kir, ê îʕdadî.
We grew up day after day, and we finished middle school. I was granted the certificate, the middle school certificate too. Yes, we were granted the middle school certificate too. After that we completed our studies at the middle school.
 20 Ez/ mi șadê sefî șeșî îstinand, pașê mi/ mi șadê șeș birî. Ez ketim zanko, mi qanûn ewk xand. Em çûne zanko, zanko ji/ nêzî gundê me bû, yanî er-reyê ez çûme zanko ez dihatim.  
I was granted the grade six certificate as well, afterwards, I had the grade six certificate. I went to university, and I studied law. The university was close to our village. It meant that I used to go to university and come back daily.
 21 Rojekê ez di zanko de ez hatim girtin, sê sala di ḥepsa Sûryê da mam, ḥepsa siyasî. Ji bo mesela kurdî, qediyata kurdî. Ez sê sala m/ ḥepsê de mam, ḥepsê de jî zor teʕzîb û ew me dîtin.    
One day I was arrested at university. I spent three years in a Syrian prison, a political prison. Because of the Kurdish issue. I spent three years in prison, and in prison I saw severe torture and such things.    
 22 Pașê ez ḥepsê derketim, ḥer tiștî min ji mi stendin. Yanî wek {dibêjin} ḥiqûqê min î medenî, yanî hewya min û mi zanko jî fesil kirin, tiștê min ḥemû ji mi standin.    
Afterwards, I got out of prison, they took everything away from me. Like my civil rights, my identity card, and they removed me from university, and they took everything I had.
 23 Pașê em/ ez derketim, zankoyê mi nema, tiștê ewê mi nema. Ez, e rabûm saiq îș bikim, e li Sûrye, ta derbas bû. Ew salek dudu, ew wazʕê Sûrye xera bû șer dest pê kir, ew tiștana.
After I was released, I had no university, nothing. I worked as a driver in Syria. After one or two years the situation in Syria deteriorated, the fighting started.
 24 Birastî em wê çaẋê, em zû derneketin yanî ji gundê xwa. Em man man, zêyetirî salekê, kerebe jî nebû, av jî nebû, tiștî xwardinê her tișt jî nebû, îș jî nebû.    
To be honest, at that time we didn’t get out of our village immediately. We stayed and stayed, more than a year, and there was no electricity and no water, nothing to eat and nothing, and there was no work.
 25 Em malê salekê bêîș man, yanî mecbûr bûn, em/ ez hatim Kurdistanê. Ez hatim Kurdistanê, ez/ ezî rast hatim Xelêfan. Hatim, li Korekê mi îș dikir.
We stayed at home for a year without work, I mean we/ I was obliged to come to Kurdistan. I came to Kurdistan straight to Khelefan, I was working in Korek.
 26 Pey salekê ez êre mam, ez zewijîm. Û ana zarokekî mi jî heye. Û ev bû nêjî șeș, heft meh in, ʕayla min emû hatin lêre, ew jî li Xelîfanê-l gel mi rûniștine û ez niha jî çiyayî Korek de îș dikime, ḥeta aniha.  
After I stayed there for a year I got married. And now I have a child too. And about six to seven months ago all my family came here, they are in Khelifan too staying at my place and I work on Korek mountain up until now.
HTML Snippets Powered By : XYZScripts.com